"Dengbêjî" bû mijara pêşbaziya TUBÎTAKê

Aksoyê destnîşan kir ku ew dixwazin bila çanda dengbêjiyê di nav lîsteya mîratên çandî yên ku UNESCOyê da bê parastin da cî bigire.

"Dengbêjî" bû mijara pêşbaziya TUBÎTAKê

Li Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê çanda Dengbêjiyê di edebiyata devkî ya Kurdî da cihekî pir girîng digire û kevneşopî, edet û teşeyê jiyanê di kilamên Dengbêjan da digihêjin nifşên nû. Çanda Dengbêjiyê bû mijara projeya TUBÎTAKê jî.

Bi şêwirmendiya Kubra Aksoya ku di Lîseya Zanistên Civakî da mamosteyê edebiyatê ye, xwendekarên pola 11emîn Songul Salma û Guven Yilmaz ji bo ku çanda dengbêjiyê neyê jibîrkirin û ciwan vê çandê nas bikin bi navê "Kesên ku Ruh Didin Dengê Kevneşopa Devkî û Nifşa Zyê" proje amade kir.

Di çarçoveya projeyê da xwendekaran pêşangeh vekir, li dibistanan geriyan û der heqê çanda dengbêjiyê da hevalên xwe agahdar kirin, di heman demê da ketin peyê dengbêjên ciwan ên ku vê çandê bidomînin.

Di çarçoveya xebatan da 2 xwendekarên ku kilamên dengbêjiyê dibêjin, hatin tesbîtkirin. Xwendekaran Dengbêj dewetî dibistanê kirin û bi wan ra xebat kirin.

Xwendekaran paşê nêzî 60 xwendekarên ku haya wan ji dengbêjan tuneye birin "Mala Dengbêjan" a ku Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê vekir û li wê derê dengbêj bi wan dane guhdarîkirin û ew agahdar kirin.

Projeya Salma û Yilmaz di "Pêşbaziya Projeyên Lêkolînê yên Xwendekarên Lîseyê ya 53. TUBİTAK 2204-A"yê da li herêmê bû yekemîn û wê beşdarî fînalên Tirkiyeyê bibe.

"Em li temamiyê Tirkiyeyê bidin nasîn"

Mamosteya edebiyatê Aksoyê ji nûçeginanê AAyê ra got ku ciwanên ku wextê xwe bi kompîtur û înternetê ra derbas dikin, haya wan ji vê çand û kevneşopê tuneye, ji bo ku ciwan vê çanda dengbêjiyê ku li ber rabûnê ye, nas bikin, wan projeyeke wiha amade kir.

Aksoyê daxuyand ku di çarçoveya projeyê da wan li dibistanê bi 400 xwendekaran ra anket kir, di encama anketê da ji sedî 78ê xwendekaran meneya peyva dengbêj jî nizanibûn, di vê çarçoveyê da wan ji bo agahdarkirina ciwanan xebat meşandin.

Aksoyê got ku wan dengbêjên li Mala Dengbêjan a Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê anîn dibistanê û wiha domand: "Me pêşengeha 21 kilam û 21 dengbêjan a wêne û kilaman vekir. Me li dibistanan çanda dengbêjiyê da naskirin. Bi projeyê jî serî li TUBÎTAKê da û hat qebûlkirin. Ji bo pêşengeha fînalê ya herêmê gazî me kirin û miameleyên xweş li me hat kirin. Bi taybetî jî gelek ciwann ku dengbêjiyê meraq dikirin hatin û me bi wan ra xeberda. Piştî pêşbaziyê em ê biçin fînala Tirkiyeyê. Di fînalê da jî înşeallah em ê vê çandê li hemû welêt bidin nasandin."

Aksoyê destnîşan kir ku ew dixwazin bila çanda dengbêjiyê di nav lîsteya mîratên çandî yên ku UNESCOyê da bê parastin da cî bigire.

 "Em bi projeyê va dengbêjiyê didin nasandin"

Ji xwendekaran Songul Salmayê got ku bavê wê her tim li dengbêjan guhdar dikir û ew ji wî hîn bû.

Salmayê destnîşan kir ku gelek hevalên wê yên li dibistanê hay ji çanda dengbêjiyê tunene û li ser vê tevlî hevalên xwe û mamosteyên xwe ev proje amade kirin.

Di axaftina xwe da Salmayê ragihand ku wan xebatên qala çanda dengbêjiyê dike û dide nasandin kirin û wiha domand: "Herî wext derbas bû xwendekar jî hîn bûn. Paşê me xwest hîn bibin. Bi komeke nêzî 60 kesî va çûn Mala Dengbêjan. Xwendekaran eleqeyeke mezin nîşan da."

Guven Yilmaz jî diyar kir ku ew bi Kurdî nizane, berî projeyê der heqê dengbêjan û naveroka dengbêjiyê da zanyariya wî tunebû.

Yilmaz destnîşan kir ku wî digel hevalên xwe li ser miijarê lêkolîn kirin û niha jî ew hewl dide ku der heqê vê çandê da hevçaxên xwe agahdar bike û wiha domand:

"Ji ber ku bi Kurdî nizanim, proje li min pir giran hat, lê muzîk gerdûnî ye. Ez ji naverokê fêm nakim, lê ya girîng ew e ku meriv deng biqefêle. Gava me anket kir, me dît ku gelek kes jî mîna min in. Ez kêfxweş bûm ku min alîkariya însanan kir ku der heqê denbêjan da bûn xwedî agahî û zanyarî.

Ji bo me rûmet û kêfxweşî ye ku dengbêjî di TUBÎTAKê da cih digire. Em ê li Enqereyê têkevin milmilaneyê. Ez hêvî dikim ku em ê li wir bibin yekemîn."

Mehmet Înceyê (69) dengêbêjê ji Mala Dengbêjan diyar kir ku 53 sal e ew kulaman dibêje û dengbêjî di çanda Kurdî da xwedî cihekî pir girîng e û wiha dewam kir:

"Em bangî ciwanan dikin, em her roj li vir in, bira werin û hîn bibin. Ji bo ku ev çand wenda nebe, pêwîstî bi ciwanan heye."

Înce her wisa got ku ew kêfxweş bûn ku dengbêjî bû mijara TUBÎTAKê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE