Dengbêjên Karsê di cejna remezanê de li ser înternetê hatin ba hev û cejna welatiyan pîroz kirin. Her wiha dengbêjan bi kilam û stranan behsa şewbê û pêvajoya asayîbûnê jî kir.
Di çanda Dengbêjiyê de li ser gelek mijar û meseleyan kilam û stran tên gotin.
Dengbêjên Karsê jî ji ber şewbê ev 3 meh in nikaribûn werin cem hev.
Ji ber vê jî di Cejna Remezanê de bi riya telekonferansê hatin ba hev û bi stananan avêtin ber hev.
Di stananan de behsa şewba vîrûsa koronayê, cejnên berê û pêvajoya asayîbûnê kirin.
Hunermendan li ser înternetê cejna welatiyan pîroz kir û bi vî awayî xwedî li çanda dengbêjiyê derketin.