Dengdayîn xilas bû

Di Hilbijartina Dubare ya Şaredarya Mezin a Stenbolê ya 23yê hezîranê da dengdayîn xilas bû.

Dengdayîn xilas bû

Di Hilbijartina Dubare ya Şaredarya Mezin a Stenbolê ya 23yê hezîranê da dengdayîn xilas bû.

Li gor biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê (LBH) li Stenbolê dengdayînê di saet 08.00an da destpê kir û ji saet 17.00ê pê va xilas bû.

Hilbijêrên digel ku maweya dengdayînê qediya lêbelê ji bo dengdayînê ser sindoqan bûn piştî ku serok ew jimartin dê bi rêzê va dengê xwe bidin.

Heke hemû hilbijêrên di lîsteya hilbijêran ên di sindoqan da deng bidin jî beriya xilasiya saeta dengdayînê sindoq dê teqez neyên vekirin.

Peywirdar dê pusileyên dengê yên hilbijartina şaredariya mezin bijmêrin.

- Heta ku LBH qedexeya weşanê rake dê nekarin encaman bidin

Li gor qedexeyên weşanê îro di weşanên ji saet 18.00ê pê va tên kirin da nûçe, şîrove û qunciknivîsên dikarin tesîrê li ser serbestiya tam a dengdayînê bikin û ji bo propagandayê ne dê nekarin biweşînin.

Saet di navbera 18.00-21.00ê da li radyoyan û hemû şaxên weşanê tenê nûçe û teblîxên ku dê LBH bide bikarin bên weşandin. Ji saet 21.00ê pê va dê hemû weşan serbest bin.

LBH li gor rayeya ku Destûra Bingehîn û qanûnên hilbijartinê daye dikare ku qedexeya weşanê beriya saet 21.00an jî rake.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 09:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE