Dengên betalbûyî

Li seranserê Tirkiyê milyonek û 395 hezar û 233 deng betal bûn...

Dengên betalbûyî

Di hilbijartinên herêmî de zêdetirî milyonek û 395 hezar deng betal bûn. Li hin deveran hejmara dengên partiyan nêzî hev derketin. Li wan deran jî vê carê girîngiya dengên betalbûyî dest pê kir. Gelo deng çawa betal dibin. Bersiva vê jî di nûçeya me de ye.

Hilbijartina herêmî xilas bû.

Ji sedî 85ê dengdêran dengên xwe dan.

Lêbelê milyonek û 395 hezar û 233 deng betal hatin qebûlkirin.

Yanî ji sedî 3 bêhnok 2yê dengan betal bûn.

Pekî dengek bi çi awayî betal dibe

Hîndekarê Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hasan Tahsin Fendoğlu: “Dibe ku mor li du partiyan hatibe xistin. Yan jî cihek du caran hatibe morkirin. Her wiha dibe ku navbera du partiyan hatibe morkirin ku ne diyar be kîjan partî tercîh kiriye. Loma li welatê me ûsil û esasên dengdayînê belî ne. Heger li gorî van ûsil û esasan nebe wê çaxê ew deng nayê qebûlkirin.

Li bajarên mezin dengdêr dengên xwe didin şaredariya bajarê mezin, şaredariya navçeyê, endamtiya meclisa şaredariyê û mixtar.

Hemû pûsila jî dikevin zerfekê.

Gelo ji wan pûsilayan yek betal bibe wê pûsilayên din çawa bibin.

Hîndekarê Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hasan Tahsin Fendoğlu: “Heger dangê ku hatibe dayîn şaredar betal bibe, yên din betal nabin. Her deng li gorî krîteran tên nirxandin û heger elametê betalkirinê li ser wan tûnebin, ew deng nayên betalkirin..

Dengên ku hatine çirandin û hatibin qetandin betal dibin.

Her wiha li ser pûsilayê ji bilî mohrê nivîs, xêz hatibin kişandin betal dibin.

Pûsile piştî ku hatin morkirin şûn de ji bo têkevin zerfê tên qatkirin. Dema tên qatkirin jî heger şopa morê li aliyê din derkeve, wê çaxê cihê ku di serî de hatiye morkirin esas tê girtin.

Hîndekarê Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hasan Tahsin Fendoğlu: “Ya girîng cihê ku hatiye mohrkirin e. Ji bo vê jî divê însan li pûsilayê baş binêre û bi çavên xwe qirarekê bide. Lewra cihê ku şopa morê xuya dike nayê qebûlkirin.

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 12:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE