Dengîr Mir Mehmet Firat wefat kir

Dengîr Mîr Mehmet Firat (76) ku di AK Partî û HDPyê da parlamenterî kir, li Enqereyê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir.

Dengîr Mir Mehmet Firat wefat kir

Dengîr Mîr Mehmet Firat (76) ku di AK Partî û HDPyê da parlamenterî kir, li Enqereyê li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin wefat kir.

Li gorî agahiyê, Firatê ku qedera 6 hefteyan li Nexweşxaneya Bayindirê tedawiya pençeşêra pişikê didît, nîvê şevê wefat kir.

Piştî nimêja esrê dê li Mizgefta Ahmet Hamdi Akseki nimêja cinazeyê Firat were kirin û dû ra dê li Goristana Karşiyakayê were definkirin.

Serokomar Erdogan ziyaret kiribû

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh piştî civîna MKYKya partiya xwe, çûbû nexweşxaneya ku Firat lê dihat tedawîkirin û ew ziyaret kiribû.

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik û Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettin Altun jî hevaltiya Erdogan kiribûn.

- Dengîr Mîr Mehmet Firat kê ye?

Dengîr Mîr Mehmet Firat 8ê Tebaxa 1943yan li Kahtaya Adiyemanê hat dinyayê û ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû.

Firat di nava endamên Lijneya Sazkar a AK Partiyê da cih girt û herwiha wekî endamê MYK û MKYKya AK Partiyê xebitî. Herwisa Firat demekê peywira Alîkariya Serokê Giştî yê AK Partiyê jî bi cih anî.

Firat ji AK Partiyê di serdema 21emîn da ji Adiyemanê, di serdema 22yemîn da ji Mêrsînê û di serdema 23yemîn da jî ji Edeneyê parlamenerî kir.

Firat heya hilbijartina sala 2011an peywira xwe ya parlamenteriyê domand, lêbelê berî Hilbijartina Serokomariyê ya di 28ê Tîrmeha 2014an ragihand ku wî ji partiya xwe îstifa kir.

Herwiha Firat di hilbijartinên giştî yên sala 2015an da ji HDPyê bûbû parlamenterê Mêrsînê yê serdema 25emîn.

Firatê ku Îngiliziya wî gelekî baş bû, bavê 2 zarokan bû.AA

Dîroka nûkirinê: 12 Tîrmeh 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE