Li Reyhanliya hatayê depoya muhîmmatê ya eskeriyê teqiya. Ji bo tevdîrê hin malên li derdorê hatin valakirin. Piştî teqînê agir bi depoyê ket.
Li nêzî Stada Tayfur Sökmena Reyhanliyê depoya muhîmmatê ya leşkeriyê dora nîvê şevê teqiya. Sedema teqînê hêj nayê zanîn.
Piştî teqînê agir bi hin cihên depoyê ket.
Hêzên ewlekariyê, tîmên agirkujiyê û xebatkarên tenduristiyê hatin şandin cihê bûyerê.
Di teqînê de tu tişt bi tu kesî nehat. Lê ji bo tevdîrê riya Kirikhan-Reyhanliyê û riyên hin taxan hatin girtin.
Ji ber teqînê li taxa Mustafa Kemalê şibakeyên hin xaniyan şikestin, dîwar derizîn û perçeyên şarapnelê ketin hin malan.
Li herêmê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin û hin xaniyên li derdorê hatin valakirin.