Der barê 22 hezar û 810 kesên guh nedan sînordarkirina Kovîd-19ê miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Der barê 22 hezar û 810 kesên guh nedan sînordarkirina Kovîd-19ê miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand der barê 22 hezar û 810 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 15-22ê Adarê da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji ber tesîra şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) rewşa normal a bi kontrol ya li gor hejmara pêketiyan li bajaran wek rîska kêm, navîn, zêde û pir zêde dewam dike û tevdîr jî li gor vê tên dîtin.

Hat gotin di vê heyama nû da li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva di nav hefteyê navbera saet 21.00-05.00î da dewam dike. Di dawiya hefteyê da jî li gor bajarên rîska wan kêm û normal e wek nava hefteyê di navbera 21.00-05.00î da qedexe dewam dike, li bajarên rîska wan zêde û pir zêde ye jî qedexe roja înê di saet 21.00î da dest pê dike û roja şemiyê di saet 05.00î da diqede, paşê dîsa roja şemiyê di saet 21.00î da dest pê dike û roja yekşemê jî di nav da heta roja duşemê saet 05.00î dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin di vê çarçoveyê da der barê 22 hezar û 810 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 15-22ê Adarê da miemeleya adlî/îdarî hat kirin. 

Hat destnîşankirin şewb hê xelas nebûye, tevdîr dewam dikin, welatî divê maskeyan bi kar bînin, guh bidin paqijiyê û ji hevdu dûr bisekinin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE