Der barê 29 hezar û 48 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Der barê 29 hezar û 48 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di navbera 8-15ê Sibatê da der barê 29 hezar û 48 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji ber tesîra şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) qedexeya derketina derva dewam dike.

Hat daxuyandin li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva di nav hefteyê da roja duşemê di 8ê Sibatê navbera saet 21.00-05.00î da dest pê kir û di dawiya hefteyê jî roja înê di 12ê Sibatê saet 21.00î da dest pê kir û di saet 05.00î da qediya, qismeke mezin a welatiyan guh dan vê qedexeyê.

Wezaretê daxuyand der barê 29 hezar û 48 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 8-15ê Sibatê da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

Hat gotin şewb hê xelas nebûye, tevdîr dewam dikin, welatî divê maskeyan bi kar bînin, guh bidin paqijiyê û ji hevdu dûr bisekinin.

Herî dawîn ji ber sebr û fedakariyê spasiya welatiyan hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE