Der barê 37 hezar û 614 kesan de miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Der barê 37 hezar û 614 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Der barê 37 hezar û 614 kesan de miemeleya adlî/îdarî hat kirin

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di navbera 1 û 7ê çileya pêşîn da der barê 37 hezar û 614 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin tesîra şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li ser hemû dinyayê heye, ji bo ku zivistanê di mekanên sergirtî da belavbûna wê kêm bibe hin tevdîrên nû hatin dîtin û biryar hatin dayîn.

Hat gotin ji bo tenduristiya şexsan û civakê bê parastin hin saetan derketina derva hat qedexekirin û qismeke mezin welatiyan guh dane vê qedexeyê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin di nav hefteyê da her roj saet di navbera 21.00-05.00î û di dawiya hefteyê jî roja înê ji saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva qedexe ye, gelemperî welatî guh didin vê qedexeyê lê dema yên guh nadin çêdibin jî miemeleya adlî û îdarî tê kirin.ji 1ê çileya pêşîn roja sêşemê pê va

Hat gotin di nav hefteyê da saet di navbera 21.00-05.00 û di dawiya hefteyê jî ji 4ê çileya pêşîn roja înê saet 21.00î heta îro saet 05.00î da der barê 37 hezar û 614 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE