Der barê 4 hezar û 922 kes û kargehan da ji ber ku guh nedan tevdîrên Kovîd-19ê gilî hat kirin

Di kontrolên Wezareta Karên Navxweyî da der barê 4 hezar û 922 kes û kargehan da ji ber ku guh nedan tevdîrên Kovîd-19ê gilî hat kirin.

Der barê 4 hezar û 922 kes û kargehan da ji ber ku guh nedan tevdîrên Kovîd-19ê gilî hat kirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, di navbera 6-13ê mijdarê da di wesayîtên gîhandinê yên komî, texsiyên tîcarî da û li cihên bazarê, kolan, bûlwar û kuçeyên qerebalix "Kontrolên Şewba Vîrusa Koronayê" hatin kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezaretê hat dayîn, di çarçoveya giştînameya ku ji walîtiyan ra hat şandin da li bajar û navçeyan di navbera 6-3ê mijdarê da kontrol hatin kirin û rojane nêzî 42 hezar û 407 personelan wezîfe kir û ji wan 12 hezar û 927 ekîb hatin avakirin.

Di kontrolên ekîban da 67 hezar û 689 wesayîtên komî yên navbera bajaran, 152 hezar û 261 wesayîtên komî yên nav bajaran, 73 hezar û 847 texsiyên tîcarî, 12 hezar û 627 cihên bazarê (bazarên semtan, bazarên sosyete û hwd.) 500 hezar û 863 kolan, bûlwar û kuçeyên qerebalix û kargehên ser van kolan û kuçeyan hatin kontrolkirin.

Di kontrolan da 991 wesayîtên gîhandina komî/texsî ji seferê, 107 kargeh ji fealiyetê hatin menkirin.

Li 4 hezar û 922 kesên ku guh nedan tevdîrên Kovîd-19ê ceza hat birîn û hatin gilîkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE