Wezareta Karên Navxweyî daxuyand der barê 47 hezar û 61 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 19-26ê nîsanê da miemeleya edlî û îdarî hat kirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji ber tesîra şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) rewşa normal a bi kontrol ya li gor hejmara pêketiyan li bajaran wek rîska kêm, navîn, zêde û pir zêde dewam dike û tevdîr jî li gor vê tên dîtin.
Hat gotin di vê çarçoveyê da der barê 47 hezar û 61 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 19-26ê nîsanê da miemeleya edlî û îdarî hat kirin.
Hat destnîşankirin şewb hê xelas nebûye, tevdîr dewam dikin, welatî divê maskeyan bi kar bînin, guh bidin paqijiyê û ji hevdu dûr bisekinin.
Herî dawîn ji ber sebir, fedakarî û feraseta gel spasî hat kirin.
AA