Li seranserê welêt di kontrolên 6ê mijdarê roja înê yên ji bo tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji ber ku guh nedane tevdîrên Kovîd-19ê 105 wesayît û texsiyên di nav bajêr û navbera bajaran da seferê dikin ji seferê, 13 kargeh jî ji kar û barên xwe hatin menkirin, der barê 585 kes û kargehan da jî gilî hat kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî 6ê mijdarê roja înê li seranserê welêt taxsî, otobês, bazaar, kuçe û kolanên qerebalix hatin kontrolkirin ku ka ew guh didin tevdîrên şewba koronayê an na.
Di kontrolên Kovîd-19ê da 12 hezar û 501 ekîp, 42 hezar û 313 personel xebitîn.
Tîman 7 hezar û 938 otobêsên di navbera bajaran da seferê dikin, 24 hezar û 213 otobêsên di nav bajêr da seferê dikin, 10 hezar û 207 texsî, 1837 bazar, kuçe û kolanên qerebalix û 63 hezar û 58 kargeh kontrol kirin.
Di kontrolên tevahiya Tirkiyeyê da 105 wesayît û texsiyên di nav bajêr û navbera bajaran da seferê dikin ji seferê, 13 kargeh jî ji kar û barên xwe hatin menkirin.
Ji bilî vê der barê 585 kes û kargehên ku guh nadin tevdîrên Kovîd-19ê da jî gilî hat kirin, ji bo 4 hezar û 336 kargehan jî hişyarî hat dayîn
Hat tespîtkirin ku 6 hezar û 412 kes guh nadin bikaranîna maskeyê, 12 kes jî bêyî ko ew xwedî koda HESê bin rêwîtiyê dikin.
Ji bo van kesan jî cezayê pereyê hat birîn.
AA