Der barê 9 parlementerên HDPyî da fezlekeya "Kobanê" tê amadekirin

Der barê 9 parlementerên HDPyî da fezlekeya "Kobanê" tê amadekirin

Di çarçoveya lêpirsîna bûyerên Kobanê navbera 6-7-8ê Cotmeha sala 2014an da qewimîn û 37 kes mirin, Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, cîgirserokên koma HDPê jî di nav da bo 9 parlementeran bi armanca rakirina parêzbendiyê fezleke tên amadekirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê hilda Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê piştî qebûlkirina îdianameya der barê 108 bersûcên HDPyî yên Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag a Hevserokên HDPê yên berê jî di nav da bûn, dest bi xebateke nû kir û ji bo parlementerên endamên Lijneya Birêvebirina Navendî ya HDPê ne da jî dest bi amadekirina fezlekeyê kir.

Di vê çarçoveyê da ji ber bûyerên Kobanê bi armanca rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, Cîgirserokên Koma HDPê Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, ji parlementeran jî Garo Paylan, Huda Kaya, Sezaî Temellî, Pero Dundar, Fatma Kurtulan û Serpîl Kemalbay Pekgozeguzê wê li gor xala 83yemîn a Makezagonê fezleke bê amadekirin.

Ev kesên hanê di dema bûyerên Kobanê ku li Türkiyeyê qewimîn da wek berpirsên "teşwîq kirin/nav têdanê" tên hesibandin.

- Pêvajo wê çawa bimeşe?

Cîgirê Serdozger Veysel Kaçmazê ku berpirsiyarê Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ye, piştî ku fezlekeyên daxwaza "rakirina parêzbendiyan" kuta bike, fezleke ji bo ku sewqî Meclisê bibin, wê ji Wezareta Edaletê ra werin şandin.

Fezlekeyên ku digihêjin Meclisê, di komîsyonên têkildar da tên mizakerekirin û paşê ji bo dengdayînê dişînin Lijneya Giştî ya Meclisê.

Heke ji bo rakirina parêzbendiyan biryar were dayîn, seba parlamenterên HDPyî pêvajoya edlî wê dest pê bike.

- MYKya HDPyê bangewaziya derketina sikakan kiribû

Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê di 6ê cotmeha 2014an da hê civînê dewam dikir, li ser navê MYKyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku divê hemû saziyên navneteweyî, girseyên demokratîk, rêxistinên ked û pîşeyan ji bo dijayetiya bûyerên ku li Kobaniyê dewam dikin, tevbigerin û wiha hatibû gotin, "Li dijî hewildana komkujiyê ya li Kobaniyê ji 7 salî heta 70 salî em bangî hemû gelên me dikin ku derkevin kuçeyan, qadan bigirin û têkevin liv û tevgerê. Ji vir pê da her der Kobanê ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE