"Der barê aşiyê da xebatên me bi lezgînî didomin"

Serok Erdogan piştî nimêja înê daxuyanî da endamên çapemeniyê.

"Der barê aşiyê da xebatên me bi lezgînî didomin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona tevdîrên dijî Kovîd-19ê da wiha got: "Em niha ji ber gavên ku Wezareta Tenduristiyê diavêje mecbûrî em tevdîran hildidin û em ê hildin."

Serok Erdogan nimêja înê li Mizgefta Hz. Elî ya li Uskudarê kir peyra daxuyanî da rojnamevanan.

Serokomar Erdogan der barê tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû ( Kovîd-19) da got ku em niha ji ber gavên ku Wezareta Tenduristiyê diavêje mecbûrî em tevdîran hildidin û em ê hildin û wiha got: "Ji ber ku hejmara kesên bi vîrusê dikevin û hejmara kesên wefat dikin zêde dibin di vê pêvajoyê da em niha herî zêde ji ber vê rewşê xemgîn dibin. Bi taybetî maske, mesafe û tiştên din ji bona me zehf girîng in, lê heger di vî warî da baldar nebin wê li bajarên giran zêdebûn bidome."

Erdogan diyar kir der barê aşiyê da jî xebatên wan bi lezgînî didomin û wiha axivî: "Der barê îtxalkirina aşiyê da hevdîtinên me didomin. Hevdînên me yên bi birêz Putîn ra jî hene. Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Tenduristiyê yê Çînê jî diaxivin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir di pêşerojê da dixwazin Fona Mal û Milk di asta kurewî da jî bînin rewşeke zehf cuda.

Serokomar Erdogan diyar kir der barê Projeya Kanala Stenbolê da daxwazên xwemalî û kurewî her diçe zêde dibin û wiha peyivî: "Mîmariya Projeya Kanala Stenbolê amade ye. Ji xeynî vê hemû astên teknikî jî amade ne û tenê îhale maye. Di veberhênanê da tu sekinîn tuneye. Veberhênanên me dewam dikin. Di nav van da ya bi nimareya sereke jî projeya Qanal Stenbolê ye. Bi Projeya Qanal Stenbolê va Stenbolê rûyekî cuda û di qada navneteweyî da bigihêje hêzeke cuda."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE