Di çarçoveya lêpirsîna der barê teqîna fabrîqeyê da li ser telîmata Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê 2 xwediyên fabrîqeyê duh hatibûn binçavkirin ku kar û barên wan ên li dozgeriyê qediya.
Ji şikbaran bav A.R.E.C bi şerta kontrola adlî hat berdan, kurê wî Y.C. ji bo ku bê girtin sewqî hakimtiya nobedar kirin ku ew bê girtin.
Şikbar Y.C. ji ber sûcê "bi teqsîr sebebbûyîna mirin û birîndarbûna ji kesekî zêdetir mirovan" hat girtin, A.R.E.C. bi şerta kontrola adlî hat berdan.
Bûyer û pêvajo
Li Yukariçalicaya herêma Hendekê di 3yê tîrmehê saet 11.15an da fabrîqe teqiyabû û teqîn ji 50 kîlomêtre dûrahiyê hatibû bihîstin. Di encama teqînê da 7 kes miribûn û 122 kes piştî hatibûn dermankirin ji nexweşxaneyan derketibûn
Jê yek li dervayî bajêr dermankirina 4 kesan hê dewam dike.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê ya der barê teqînê da midûrê berpirsyar A.A, pisporê ewlekariya kar A.B, serhoste E.O. û H.A.V. hatibûn binçavkirin û piştî jêpirsîna dozger nîvê şevê bi destê Hakimtiya Cezayê Sulhê ya Hendekê ji ber sûcê "bi teqsîr sebebbûyîna mirin û birîndarbûna ji kesekî zêdetir mirovan" hatibûn girtin.
AA