Der heqê Parlementer Ahmet Şik da ji bo rakirina parêzbendiyê fezleke hat amadekirin

Fezlekeya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê va hat amadekirin ji bo ku pêşkêşî TBMMyê bikin ji Wezareta Edaletê ra hat şandin

Der heqê Parlementer Ahmet Şik da ji bo rakirina parêzbendiyê fezleke hat amadekirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê Parlementerê Stenbolê yê Serbixwe da bi hinceta ku dema çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê da banga "derkevin kolanan" kiriye bi daxwaza rakirina parêzbendiyê fezleke amade kir û fezlekyê ji Wezareta Edaletê ra şand.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniyên Ahmet Şikê Parlementerê Stenbolê yê Serbixwe yên dema çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê dabûn di çarçoveya sûcê "ji bo sûckirinê tehrîka elenî" nirxand.

Serdozgeriya fezlekeya ku ji bo rakirina parêzbendiya Şik amade kiribû ji bo ku pêşkêşî TBMMyê bikin ji Wezareta Edaletê ra şand.

Li TBMMyê pêşî dê li komîsyona têkel a ku ji endamên Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê pêk tê li ser fezlekeyê bisekinin û heke bînin rojeva Lijneya Giştî dê biryar bê dayîn.

- Di 5ê nîsanê da lêpirsîn dan destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 5ê nîsana 2021î da der heqê Ahmet Şik da lêpirsîn dabû destpêkirin.

Di daxuyaniya serdozgeriyê da hatibû diyarkirin ku li hin malperên înternetê û torên çapemeniya civakî xeberên ku Şikê Parlementerê Stenbolê "protesyoyên Bogazîçiyê kiriye hincet û banga 'ev hikûmet dê bi hilbijartinê neçe, dakevin kolanan' kiriye hatin weşand û li ser vê der heqê Şik da di çarçoveya madeya 214emîn a TCKyê ji ebr sûcê" ji bo sûckirinê tehrîkkirina elenî" lêpirsîn dan destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE