Der heqê qezaya trafîqê ya ku li Menderesa navçeya Îzmirê çêbû û tê da 22 koçberên bêdestûr mirin da 3 jê Sûriyeyî 5 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyê, lêpirsîna der heqê qezaya trafîqê ya ku kamyona koçberên bêdestûr welgeriya Degîrmençayê û di encamê da 22 koçber mirin û 13 kes jî birîndar bûn da berdewam e.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Îzmirê di çarçoveya îfadeya ajokarê kamyonê Mustafa Yilmaz ku di qezayê da birîndar bû da 3 jê Sûriyeyî 5 kes binçav kirin.
Berşikên ku li navnîşanên xwe hatin binçavkirin seba miemeleyan bo ewlekariyê hatin veguhastin.
Hat ragihandin ku operasyon dewam dike.
Kamyona ku plaqeya wê 09 S 0574 e û Mustafa Yilmaz ji Aydinê ber bi Îzmirê diajot, li navçeya Menderesê ji rê derketibû û welgeriyabû Degîrmençayê û di encamê da 22 koçberên bêdestûr miribûn, 13 kes jî birîndar bûbûn.
AA