Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê derbarê Parlementera HDPê ya Diyarbekirê Remziye Tosun de ji sûcê "tehrîkkirina gel bo dijmindarî û rikê yaxud biçûkxistinê" lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriyê ji ber hinek îfadeyên di nava anonsa ku koma HDPyî ku li hin taxên Sûr û Yenîşehîra navçeyên navendî yên Diyarbekirê dema ji bo cureya nû ya koronavîrusê (Kovîd-19) da kirin de, derbarê parlementer Tosunê û kesê ku anons dikir li gorî madeya 216emîn a Qanûna Cezayê ya Tirk tehqîqat da destpêkirin.
Derbarê Remziye Tosun û kesê ku anons kir de ji sûcê "tehrîkkirina gel bo dijmindarî û rikê yaxud biçûkxistinê" lêpirsîn da destpêkirin û herwiha biryara binçavkirina kesê ku anons dikir hat dayîn.
Koma HDPyî ku Parlementer Remziye Tosun jî tê de bû li hin taxên Sûr û Yenîşehîra navçeyên navendî yên Diyarbekirê digeriya û bi hoparlorê bangî sakinên taxê dikir ji bo ji malên xwe dernekevin. Dîmenên derbarê wê bangê jî li ser hesabên medyaya civakî hatibûn parvekirin.
AA