Derbarê parlementerên HDPê Kaya û Gergerlioglu de lêpirsîn hat destpêkirin

Derbarê parlementerên HDPê Huda Kaya û Omer Faruk Gergerlioglu de ji ber parvekirinên wan ên provakatîf li ser medyaya sosyal, lêpirsîn hat destpêkirin.

Derbarê parlementerên HDPê Kaya û Gergerlioglu de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarî ya Ankarayê derbarê kesên ku ji bo şehîdkirina 13 welatiyan ji aliyê PKKê ve parvekirinên provakatîf kirine lêpirsîn da destpêkirin.

Hat ragihandin ku di navbera wan kesên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin, parlementerên HDPê Huda Kaya û Omer Faruk Gergerlioglu jî heye.

Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat bibîrxistin ku li herêma Operasyona Pençe Kartal-2yê de ya li devera Gareya bakurê Iraqê 13 welatiyên Tirk yên ku ji aliyê PKKê ve hatibûn revandin û hatin şehîdkirin. Kesên ku di vê mijarê de li ser li ser hinek platformên medyaya civakî parvekirin kirin, lêpirsîn hat vekirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Yên ku parvekirinên weke TRyê kampa esîran bordûman kir, herwiha dîmenên welatiyên ku ji aliyê PKKê ve hatibûn revandin belav kirin, derbarê wan de di çarçoveya Madeya 7/2 ya Qanûna Dijî Terorê de, ji sucê kirina propagandaya terorê, herwiha li gorî madeya 301emîn a Qanûna Cezaya Tirk jî ji sucê heqareta li gelê Tirkî, dewleta Komara Tirkiyeyê, dam û dezgehên Tirkiyeyê, lêpirsîn hat destpêkirin.

Serdozgeriyê ragihand ku di navbera wan kesên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin, Parlementera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya û Parlementerê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu jî heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE