Li Erzincanê 3 gumanbarên ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî hatina welêt a 4 koçberên bêdestûr organîze kirine, hatin tewqûfkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Deriyên Hidûd a Midûriya Ewlehiya Bajêr, li ser rêya Erzincan û Erziromê di kontrolê da 2 texsî dan sekinandin.
Li gor tesbîtê wesayît ji Wanê diçûn Stenbolê û tê da 4 Efxanistaniyên ku bi rêya dereqanûnî derbasî welêt bûne, hatin girtin.
S.B, G.K, T.E, A.K. û M.Tyê ku di heman wesayîtan da bûn û li gor îdiayê ketina koçberan organîze kirine, hatin binçavkirin.
Bersûc sewqî edliyeyê kirin û ji bersûcan S.B û G.K bi şertê kontrola edlî hatin berdan, dadgeriya cezayê sulhê biryara tewqûfkirina 3 gumanbarên din da.
Hat gotin ku koçberên bêdestûr wê seba tesbîtkirina nasnameya wan bibin salona sporê û piştî kar û baran wê wan teslîmî Midûriya Bajêr a Îdareya Koçê bikin.
AA