Derbekaran cezayên giran xwarin

Zêdetirî 100 hezar lêpirsîn hatin kirin û 289 doz hatin vekirin...

Derbekaran cezayên giran xwarin

Dozên li ser hewla xayîn a derbeya 15ê tîrmehê hêdî hêdî bi dawî dibin. Xayînên FETÖ’yî ku 251 kes şehîd kirin ciyazên giran xwarin. Ji dozan 271 heb bi dawî bûn, di dozan de 91 ji wan generalên ku ritbeyên wan jê hatibûn standin, bi temamî 2 hezar û 329 bersûcan, cizayên hepsê yê heta hetayê yê girankirî xwarin.

Ji ser derbeya xayîn a 15ê Tîrmehê re 3 sal û nîv derbas bûn.

Êşa şehîdan hêj wekî roja ewil e û darizandina derbekarên FETÖ’yî jî hêdî hêdî bi dawî dibe.

DOZÊN LI SER DERBEYÊ

TEVAHIYA DOZAN: 298

DOZÊN KU BI DAWÎ BÛNE: 271

DOZÊN KU DIDOMIN: 18

Piştî hewla derbeyê zêdetirî 100 hezar lêpirsîn hatin kirin.

41 ji wan li Stenbolê bi tamamî 289 doz hatin vekirin, bi hezaran kes hatin darizandin.

Dozên wekî; Doza Sereke ya Sererkaniyê, Doza Hewla Sûîsqestê ya li dijî Serok Erdoğan û Doza Pira Şehîdan a 15ê Tîrmehê jî tê de di 271 dozan de biryar hat dayîn û tenê 18 doz man.

CIZAYÊN HETA HETAYÊ YÊN GIRANKIRÎ: 1225 HEB

CIZAYÊN HETA HETAYÊ: 1104 HEB

CIZAYÊN DIN: 1545 HEB

Di dozên ku qediyan de hezar û 225 bersûcan cizayên hepsê yên heta hetayê yên girankirî xwarin.

17 kes bi temamî 141 caran cizayê girankirî yê heta hetayê xwarin.

Hezar û 104 derbekaran cizayê heta hetayê xwarin û hezar 545 derbekaran jî bi salên cuda cuda cizayên hepsê xwarin.

CEZAYÊN HETA HETAYÊ YÊN GIRANKIRÎ XWARIN

GENERALÊN DERBEKAR: 71

EFSERÊN DERBEKAR: 829

BINEFSERÊN DERBEKAR: 180

ÇAWÎŞÊN PISPOR ÊN DERBEJAR: 50

Di nav kesên ku cizayên hepsê yên heta hetayê yên girankirî xwarin de generalên bêritbe jî hene.

71 general, 829 efser, 180 binefser û 50 çawişên pispor cizayên hepsên yên girankirî yên heta hetayê xwarin.

20 generalên derbekar ên berê û 409 efserên berê jî cizayên heta hetayê xarin.

Lêpirsîn û darizandina li ser derbekarên FETÖ’yî ku fîrarî ne jî dewam dike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE