Derbeya post-modern a 28ê sibatê

Di dîroka demokrasiyê de wek rojên tarî cihê xwe girt...

Derbeya post-modern a 28ê sibatê

Di dîroka tirkiyeyê de gelek derbe çêbûne lê em dikarin bêjin ku di nav wan de ya herî balkêş derbeya 28’ê sibatê bû. 22 sal berê, îro lijneya ewlehiya netewî bi awayekî derasayî civiya û danezanek belav kir. Ev danezan di dîroka tirkiyeyê de wek derbeya post-modern cihê xwe girt. Jê re digotin “dê heta hezar salî dewam bike.” Ew qas dewam nekir, lê tesîrên wê derbeyê bi salan li ser welêt man.

Li gor hin kesan ev yek “derbeyeke post-modern bû, hinekên din jî digotin eyar dan demokrasiye.

22 sal berê di meha Sibatê de cara 4’emîn li Tirkiyeyê mudaxale li siyaseta sivîl dihat kirin.

Dîrok 28’ê Sibata 1997an bû…

Lijneya Ewlehiya Netewî li Qesra Çankayayê bi awayekî derasayî civiya û bi biryarên ku hatin girtin berê Tirkiyeyê dan riyeke din.

Û piştî wê rojê tu tişt wekî berê, nebû.

Partiya Necmettin Erbakan ya Refahê tevî hemû zordari û zexta di hilbijartina sala 1995an de bûbû partiya yekemîn.

Gel li ser sindoqan tercîha xwe diyar kiribû lê desthilatdarî ji bo Erbakan û Partiya Refahê ne ewqas hêsan bû.

Aciziya leşkeran di manşetên rojnameyan de dihat dayîn.

Her çiqas ev derbe ji aliyê leşkeran ve hatibe kirin jî medyayê jî bi weşanên xwe piştgirî da vê derbeyê…

Nivîskar Yildiz Ramazanoğlu: “Medyayê tu helwesteke baş nîşan neda. Medya bi temamî bû dengê wesayetê, pêkutiyê, astengkirina azadiyan, bêedaletiyê û her cure hegemonyayê.”

Wê çaxê herî zêde peyva îrticayê dihat gotin.

Xwendekarên keçik ên sergirtî nikaribûn biketana dersên xwe.

Li kolanên Enqereyê dîmenên Acizmendiyan, Çîrokên Fadîme Şahînê û Muslum Gunduz jî li ser çapemeniyê roj bi roj zêdetir bûn.

Herî dawî di 11’ê Çileyê de Erbakan ji bo wezîfedar û rûspiyên olî fitar da û vê yekê dengekî mezin veda.

Şaredariya Sîncanê şanoya Şeva Qudsê da lîstin. Di şanoyê de behsa bûyerên li Filistînê dihat kirin. Roja din Şeva Qudsê di manşetên rojnameyan de wek “talûkeya îrtîcayê nêz e” hat dayîn.

Êdî her tişt tevlihev bûbû leşker ketibûn dewrê. Piştî 4 rojan li Sîncanê dengê tankan hat bihîstin.

Dîrok 28’ê Sibata 1997an bû êdî rageşî derketibû asta herî bilind û bûbû wek aşîtekê.

Ew aşît di civîna Lijneya Ewlehiya Netewî de ket ser siyaseta sivîl.

Heta wê rojê civînên MGK’ê ewqas dirêj neajotibûn. Piştî 9 saetan civîna li Qesra Çankayayê qediya û danezaneke 18 xalî hat weşandin.

Bi vê danezanê perwerdeya 8 salî kirin mecbûrî ku rê li ber dibistanên Mela û Xatîban bigirin, kontrola li ser kursên Qûranê zêdetir kirin û tarikat girtin.

Herî dawî daraz jî kete dewrê.

Derbeya dawî bi destê darazê li siyasetê hate xistin.

Serdozgerê komarê yê dadgeha bilind Vural Savaş bi îdiaya ku Partiya Refahê bûye dijberê Laîqtiyê doza girtinê vekir.

Necmettin Erbekan bi xetereyê hesiya û ji bo nermkirina vê rewşê gaveke dawî avêt.

Ji bo ku erkê xwe bide seroka DYP’ê Tansu Çillerê istîfaya xwe pêşkêşî Suleyman Demirel kir.

Piştî 7 mehan partiya refahê hate girtin. Tevî Necmettin Erbakan ji bo gelek kesên girîng ên partiyê 5 sal qedexeya siyaset hate dayîn.

Ji bo kesên sergirtî odeyên qanîkirinê hatin danîn.

Êdî keçiken xwendekar ên Sergirtî nedixistin mekteban û wek terorîstan mûameleyî wan dikirin..

Leşkeran digot ku dê ev pêvajo bi sedana salan bidome.

Lê ewqas dewam nekir û Piştî 15 salan aktorên wê serdemê ji bo hesabdayînê derketin hemberî dadgehê.

Mexdûrên derbeyê bi êş û keser qala wan rojên reş û tarî dikin. Ji ser derbeyê re 22 sal derbas bûn lê hêj jî belasebep di hepsan de girtiyên wê demê hene.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE