'Derdê me ne neft e, derdê me însan e"

Erdogan: "Hinek ketina talaşa parvekirina neftê. Ev tişt anîn pêş me jî, lê me got 'Derdê me ne neft e, derdê me însan e."

'Derdê me ne neft e, derdê me însan e"

 Serok Recep Tayyîp Erdogan beşdarî 2yemîn Konferansa Ombudsmaniyê ya Navneteweyî ya Stenbolê ya li Qesra Dolmabahçeyê bû.

Erdogan got berhemên wek Kutadgu Bîlîg ya Yusuf Has Hacib, Kutadgu Bilig, Siyasetnameya Nîzamulmulk, Rîsaleya Koçî Beg ya Koçî Beg, Muqaddîmeya Îbnî Haldun di mijara rêvebirina dewletê da berhemên gelek girîng in û li gor heyama xwe peyamên baş dane dahatûyê.

- "Welatekî ku gelê wê lê xwedî derdikeve tu hêz û bandor nikare wê hilweşîne"

Serok Erdogan anî ziman di dinyaya îro da ew dibînin ku dewletên bi welatiyên xwe ra têkiliyên xurt ava nekirine li hemberî midaxaleyên hundirîn û derva bê parastin dimînin û wiha dewam kir: "Welatekî ku gelê wê lê xwedî derdikeve tu hêz û bandor nikare wê hilweşîne. Dewletên guh nadin dengê mirovên xwe û pirsgirêkên wan çareser nakin, berevajî vê îtîrazên wan bi tundiyê va didin hûşkirin rastî êşên mezin û xirabiyan tên. Bi taybetî li herêma me gelek dewlet û rêvebiriyên vê şaşiyê dikin hene. Ferqa Tirkiyeyê ew e ku ew bi feraseteke ji tecrubeyên dîrokî tê va xwedî têkiliya di navbera dewletê û gel derdikeve. Bi salan e li hemberî êrîşên rêxistinên terorê bigre heta dafikên aboriyê em rastî gelek gefxwarinan hatin, lê dîsa jî em li ser piyan man û me her tim hêza xwe zêde kir."

Erdogan li ser mijara heq û hewldanên ji bo heqan tên kirin sekinî û wiha pê da çû: "Welatiyên me li hemberî saziyên kamuyê çiqas heqê xwe bigerin û ev tevgera wan bê zêdekirin, tesîra vê bê xurtkirin, dewleta me wê ewqas xurt bibe."

- "Li dinyayê welatê ku piştgiriya herî mezin dide penaberan Tirkiye ye"

Der barê alîkariya penaberan da Erdogan got Tirkiye di vê mijarê da gelek tiştan dike û wiha axivî: "Hêzên herî bixurt ên dinyayê derdikevin dibêjin çi? Dibêjin 'Em di rêza yekem da ne'. Na hûn ne yekemîn in. Li dinyayê welatê ku piştgiriya herî mezin dide penaberan û welatên kêm pêşva çûne, Tirkiye ye. Ez vê bieşkere dibêjim. Ev ne fikra min e. Reqemê OECDyê ye. Tirkiye welatekî wiha ye. Welatên pêşvaçûyî yên ku aboriya wan û pergala wan a rêvebiriyê gelekî li pêş me ne ji bo ewlehî û refaha welatiyên xwe deriyên xwe ji penaberan ra girtin. Lê me negirt û em hê jî nagrin."

- "Derdê me ne neft e, derdê me însan e"

Erdogan: "Hinek ketina talaşa parvekirina neftê. Ev tişt anîn pêş me jî, lê me got 'Derdê me ne neft e, derdê me însan e. Yên li paş dîwarên ku çêkirine bêxem şanoya azadî û refahê dilîzin, dema sibê koşkên wan li ser serê wan da hilweşiya wê baş fêm bikin ku mirovên din çi hîs dikin."

- "Em li hemberî hemû rêxistinên terorê têkoşînê didin"

Serok Erdogan got ew li hemberî rêxistinên terorê têdikoşîn û wiha axivî: "Em rêxistinên terorê ji xwe dûr dixin û ev têrê nake em dikevin şikeftên wan û wan îmha dikin. Ji DEAŞê bigre heta El-Qaîdeyê, ji PKK/YPGyê bigre heta FETOyê çiqas rêxistinên terorê yên welatê me û dinyayê tehdîd dikin hene em li hemberî hemûyan têkoşînê didin. Tirkiye bi vê hewldayînê va bi tenê ewlehî û aramiya xwe naparêze, di heman demê da deynê wîcdanê ya hemû civaka navneteweyî jî dide."

AA

Dîroka nûkirinê: 21 Mijdar 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE