Derewên rexistina terorî pkk’ê

Bi nûçeyên derew dixwaze moralê bide endamên xwe

Di salên dawî de li ser rêxistina terorî pkk’ê operasyonên gelek serkeftî tên kirin. Bi saya van operasyonan gelek terorîst an tên kuştin an tên qefaltin an jî bixwe teslîm dibin. Di encamê de destê terora pkk’ê zeîf dibe û hêdî hêdî belav dibe. Lê medyaya pkk’ê ji bo ku rêxistin perçe nebe dest bi propagandayekê kir. Li ser radyo,televîzyon û malperên xwe xeber û nûçeyên derew belav dike. Di wan xeberên nerast de dibêjin “em her tim êrîş dikin. Eskeran dikujin û tola xwe hildidin.” Terora pkk’ê bi van derewan dixwaze moralê bide endamên xwe.

Li dijî terora PKKê operasyonên gelek serkeftî tên kirin.

Heta niha gelek terorîst hatin kuştin. Gelek ji wan hatin qefaltin an jî bixwe teslîm bûn.

Bi saya van operasyonan rêxistina terorî hêdî hêdî belav dibe.

Lê terora PKKê dixwaze xwe xurt nîşan bide. Ji bo vê jî xeber û nûçeyên derew belav dike û bi vê propagandayê dixwaze moralê bide endamên xwe.

Xeberên derew li ser televizyon û malperên PKKê her tim tên weşandin.

Yek ji wan derewan di 8ê îlonê de li ser malpera PKKê ya binavê “Nûçeciwan”ê hat belav kirin.

Di wê xebera derew de tê îdiakirin ku terorîstên PKKê di 6 û 7ê îlonê de li Hekarî û Sêrtê êrîşan kirine û 18 eskeran kuştine.

Lê ev îdia ne raste. Çimkî di wan tarîxan de li her du bajaran tu êrîşek tûne bû û tu eskerekî jî nehat şehitkirin.

Rêxistina terorî bi taybetî li ser medyaya civakî vir û derewên xwe deweşîne.

Dereweke din jî 2 sal berê hat belavkirin.

Li ser hesabên twitterê yên PKKê hat îdiakirin ku li Garaya bakurê İraqê F-16ya Tirkiyê hatiye daxistin.

Fotografên perçeyê balafirê li înternetê hatin weşandin.

Lê ev îdia jî derew bû. Balafira şer ya Tirkiyê nihatibû daxistin. Fotografa balafirê aîdê balafira bêpîlot ya Amerîkayê bû.

Vir û derewên medyaya terorê ne ewqas in.

Hesabên twitterê yên rêxistina terorê di dema operasyona Şaxa Zeytûnê de jî hazir bûn û ji bo propagandayê aktif bûn.

Piştî ku TSKê Efrîn rizgar kir, terorîstên YPGê jî bi sedan fotografên sexte belav kirin.

Di sûretekê de dayîkekê birîndar û 2 zarokên wê hebûn. Li ser wê fotografê jî cumleyek nivisîbûn: TSK li Efrinê li sivîlan dide.

Lê ew fotoğraf sexte bû. Li Efrînê na, li Helebê 2 sal bere hatibû kişandin. Di encama bombebarana rejima Esed de dayîk û zarokên wê birîndar bibûn.

Medyaya PKKê propagandayeke wisa dikir ku dixwest bi manipulasyonan him Tirkiye û eskerên Tirkiyeyê di çavên dinyayê de reş bike him jî moralê bide endamên xwe.

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2018, 16:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE