Derheqê 21 hezar û 495 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemele hat kirin

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku li tevahiya welêt sînordarkirina derketina derva di navbera saetên 21.00-05.00an da dewam dikin, dawiya hefteyê jî li bajarên ku di grûba rîska kêm da ne di navbera saetên 21.00-05.00î da, li bajarên ku di grûba rîska zêde da ne jî în û şemiyê di navbera saetên 21.00-05.00î da, roja yekşemê jî bi temamî derketina derva qedexe ye.

Derheqê 21 hezar û 495 kesên ku guh nedan sînordarkirinê da miemele hat kirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, derheqê 21 hezar û 495 kesên ku di navbera 22-29ê sibatê da guh nedan sînordarkirina derketina derva da miemeleya edlî an jî îdarî hat kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat bibîrxistin ku di têkoşîna şewba vîrusa koronayê ya nû da (Kovîd-19) seba parastina tenduristiya civakî û şexsî tevdîrên sînordarkirina derketina derva li gor grûbên rîskê dewam dikin.

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku li tevahiya welêt sînordarkirina derketina derva di navbera saetên 21.00-05.00an da dewam dikin, dawiya hefteyê jî li bajarên ku di grûba rîska kêm da ne di navbera saetên 21.00-05.00î da, li bajarên ku di grûba rîska zêde da ne jî în û şemiyê di navbera saetên 21.00-05.00î da, roja yekşemê jî bi temamî derketina derva qedexe ye.

Di vê çarçoveyê da welatiyên ku biryara sînordarkirinê binpê kirin, ji bo wan miemeleya îdarî an jî edlî hat kirin û wiha hat gotin: 

"21 hezar û 495 kesên ku di navbera 22-29ê adarê da sînordarkirina derketina derva binpê kirin, miemeleya edlî an jî îdarî li wan hat kirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE