Derheqê Dilipak de doz hat vekirin

Çam: Tu kes nikare heqaretê li îfet û rûmeta jinan bike.

Derheqê Dilipak de doz hat vekirin

Nivîskar Abdurrahman Dilipak di nivîseke xwe de heqaret li jinên AK Partiyî kiribû. Li ser vê bi taybetî jî endamên AK Partiyê, li 81 bajaran derheqê wî de doz vekirin û jê 500 hezar lîre tezmînat hat xwestin. Seroka Şaxa Jinan a AK Partiyê Selva Çamê got: “em firsendê nadin ku tu kes heqaretê li jinên partiya me bike.”

Ji bo ku Peymana Îstanbulê diparêzin, êrîşî jinên AK Partiyê kir.

Her wiha di nivîsa xwe de heqaret li wan jî kir.

Li ser vê endamên AK Partiyê yên jin jî serî li mehkemeyê dan û li 81 bajaran giliyê nivîskar û rojnameger Abdurrahman Dilipak kirin.

Seroka Şaxa Jinan a AK Partiyê:Lütfiye Selva Çam: “Ji ber ku di nivîsa xwe de heqaretî jinên partiya me kir, Navenda Giştî ya partiya me jî derheqê nivîskarê rojnameya Yeni Akitê Abdurrahman Dilipak de doz vekir.

Seroka Şaxa Jinan a AK Pariyê Lütfiye Selva Çam derheqê vekirina dozê de axivî.

Seroka Şaxa Jinan a AK Partiyê:Lütfiye Selva Çam: “Li dijî wî doz hat vekirin. Ligel vê Serokatiya Şaxa Jinan a Navenda me ya Giştî jî bi beşdariya hemû serokan li 81 bajaran serî li Serdozgeriyên komarê dan û giliyê wî kirin.

Çamê got: “Tu kes nikare heqaretê li îfet û rûmeta jinan bike.”

Lütfiye Selva Çamê ragihand ku; Li dijî Abdurrahman Dilipak doza tazmînatê ya 500 hezar lîreyî jî hatiye vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE