"Derheqê stokçiyan da çi hewce dike em ê bikin"

 "Li dadgehan fail ji bona cezayê wan bê kêmkirin qirewatê bikin sitûyê xwe, qatên cilan li xwe bikin û helîm û selîm tevbigerin jî wê ev nebe sedema kêmkirina teqdîrî."

"Derheqê stokçiyan da çi hewce dike em ê bikin"

Serok Erdogan di hevdîtina bi jinên mixtar re de xitabî beşdariyan kir.

Ji daxuyaniyên Serok Erdogan,

 "Li dadgehan fail ji bona cezayê wan bê kêmkirin qirewatê bikin sitûyê xwe, qatên cilan li xwe bikin û helîm û selîm tevbigerin jî wê ev nebe sedema kêmkirina teqdîrî."

 "Der heqê rûn da tengasiyeke me tuneye. Mixalefet ji bona welatê me di nava tengasî û desttengiyê da îlan bide kampanyayeke bi vî rengî dimeşîne."

"Ev stokçî ne, rûn di depoyan da didin ser hev. Eyb û şerm nakin û bihayan zêde dikin. Dibêjin 'rûn tuneye' û kampanya dimeşînin."

"(Ji mixtaran ra got) Gava hewce bike li ser navê Wezareta Karên Navxweyî depoyên markêt û dikanan binihêrin û gilî bikin. Der barê stokçiyan da çi hewce dike em ê bikin."

Serokomar Erdogan ragihand sibê Serokomarê Îsraîlê Herzog tê Tirkiyeyê û roja pêncşemê jî wê Serokomarê Azerbaycanê Eliyev bê serdana Tirkiyeyê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE