Deriyê Sînor ê Esendereyê yê li Hakkariyê dê sibê vebe

Walî û Wekîlê Şaredarê Hekariyê Îdris Akbiyik di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da ragihand, deriyê gumrikê dê 18ê Gulanê vebe.

Deriyê Sînor ê Esendereyê yê li Hakkariyê dê sibê vebe

Hat ragihandin, Deriyê Sînor ê Esendereyê yê li Yuksekovaya Hakkariyê dê sibê vebe ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da par hatibû girtin.

Walî û Wekîlê Şaredarê Hekariyê Îdris Akbiyik di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da ragihand, deriyê gumrikê dê 18ê Gulanê vebe.

Akbiyik diyar kir, Îraniyên ku testa Kovîd-19ê ya wan ya ku di 72 saetên dawîn da hatiye kirin û negatîf derketiye, dikarin ji derî derbas bibin. Akbiyik her wisa got ku vebûna derî bi xêr be.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Yuksekovayê Abdurrahman Pinar jî diyar kir ku biryara vekirina derî ji bo wan ciyê kêfxweşiyê ye û wiha got, "Hêviya min ew e ku ev biryara erênî ji bo herêma me bi xêr be. Ez sipasiya kesên ku keda wan çêbû dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE