Deriyê sînor ê di navbera Iraq û Hakkariyê de dîsa hat vekirin. Deriyê sînor ê Çukurca-Üzümlüyê ku ji ber şewbê hatibû girtin di bin tevdîrên şewbê de dîsa dest bi xizmetê kir.
Ji ber şewbê ev nêzî salekê ye girtî bû. Di navbera Tirkiye û Iraqê de çûnûhatin hatibû sekinandin.
Deriyê Deştan ê Çelêya Hakkariyê dîsa dest bi xizmetê kir.
Rêvebirên navçeyê jî li ber deriyê sînor hazir bûn.Li wir tevdîr û çûnûhatin kontrol kirin.
Şêniyên herêmê ji bo vekirina deriyê sînor gelek kêfxweş bûn.
Welatiyên ku ji Iraqê tên an jî diçin wir divê testa PCR’ê kiribin.