Deriyên Mizgefta Fatîh Paşa wê serê salê bên vekirin

Restorekirina Mizgefta Fatîh Paşa ya ku li Sûr a navçeya Diyarbekirê ye û 3 sal berê terorîstên PKKya rêxistina terorê agir berdabûnê, li ber qedandinê ye

Deriyên Mizgefta Fatîh Paşa wê serê salê bên vekirin

Mizgefta Fatîh Paşa ya li Sûra navçeya Diyarbekirê ye û terorîstên PKKya rêxistina terorê ew şewitandibûn heta serê salê wê deriyên xwe ji bo nimêj û îbadetê veke.

Li navçeya Sûrê ya ku Sûr û Baxçeyên Hewselê yên di Lîsteya Mîrata Çanda Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin jî di nav da 612 mîrateyên wek mizgeft, dêr, xan, mal, bazar û pireyên ji şaristaniyên berê mane, hene. Mensûbên rêxistina terorê di sala 2015an da bi operasyonê li ser Sûrê va hatibûn zeftkirin û di wê demê da jî zirar dabûn deverên dîrokî yên navçeyê.

Bi operasyonên hêzên ewlehiyê yên serfirazî va li herêmê jî restorekirina berhemên dîrokî dest pê kir.

Mensûbên PKKya rêxistina terorê 3 sal berê li Sûra navçeya Diyarbekirê zirar dabûn Mizgefta Fatîh Paşa ya ku berhema heyama Osmaniyan e û di sala 1516an da ji hêla waliyê wê demê Biyikli Mehmet Paşa va hatiye çêkirin. Qubeyên mizgeftê ji ber ku bi qurşûnê pêçayî ne jê ra "Mizgefta Qurşûnî" jî tê gotin û ji êrîşan vir va ji sedî 95ê mizgeftê bi derfetên dewletê hat restorekirin. Tevlî Mizgefta Fatîh Paşa restorekirina berhemên dîrokî yên din jî dewam dike.

Mizgeft bi destê mensûbên rêxistina terorê va hatibû şewitandin û ji halê mizgeftê derketibû lê bi saya xebatan ji sedî 95ê wê hatiye restorekirin û tê payîn ku heta serê salê ji bo welatî bikaribin lê nimêj û îbadetên xwe bikin bê vekirin.

- Terorîstan mîna baregeh bi kar anîn

- Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku mizgeftên Nasûh Paşa, Fatîh Paşa, Şêx Ereb, Hecî Hemîd û Hasiriyan û hin dêr û avahiyên dîrokî yên li navçeyê ji ber çal, barîkat û teqemenî bicihkirina terorîstan zirar dîtin.

Çîftçî destnîşan kir ku terorîstan Mizgefta Fatîh Paşa weke "baregeh" bi kar anîne û wiha pê da çû: "Tu qedr û qiymet nedane tiştên pîroz ên di mizgeftê da bûn û hewl dane hemûyan ji holê rakin. Piştî çal hatin girtin jî Midûriyeta Herêmê ya Weqfan jî dest bi restorekirina mizgeftê kir. Em niha di merheleya dawîn da ne. Hin hûrgilî mane û hema bêje restorasyon qediyaye. Niha dor û bera wê tê çêkirin û paceyên wê tên bicihkirin. Di sala nû da ew ê dengê banga şerîf ji vir bê bihîstin. Em ê vê berhema xweş li gor eslê wê têxin xizmeta gelê xwe.

Qaymeqam Çîftçî ragihand şopên hin guleyan yên li ser mizgeftê wekî nîşaneya zirar û ziyana ku rêxistina terorê daye çand û dîrokê bo îbretê wê neyên jêbirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2018, 17:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE