Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Erdexanê (ATSO) Çetîn Demîrcî diyar kir ku deriyên sînor ên Çildir-Aktaşê û Turkgoziyê ji çûyîn û hatina rêwiyan ra hatin vekirin.
Çetîn Demîrcî daxuyanî da û diyar kir ku deriyên sînor ên Çildir-Aktaşê û Turkgoziyê yên li sînorê Gurcistanê di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da di adara 2020yan da bi biryara hikûmeta Gurcistanê va ji aliyekî va ji rêwiyan ra hatibû girtin.
Demîrcî destnîşan kir ku bi hikûmeta Gurcistanê ra biryara hevpar dan ku derî dîsa ji rêwiyan ra were vekirin û wiha pê da çû: "Dibê deriyên me di 1ê adarê da bihatina vekirin lêbelê ji ber hin sedeman îro hatin vekirin. Îro li herdu deriyan jî çûyîn û hatina rêwiyan dest pê kirin.
Demîrcî got ji ber ku dawiya hefteyê ye li deriyan qerebalixî çênebû.AA