Derket holê ku Guzela HDPyî di 2016an da bi Borayê terorîst ra hatiye ba hev

Derket holê ku Semra Guzela Parlementera Diyarbekirê ya HDPyê di sala 2016an da li çiyayên Adiyemanê bi Volkan Borayê terorêt ra hatiye ba hev.

Derket holê ku Guzela HDPyî di 2016an da bi Borayê terorîst ra hatiye ba hev

Derket holê ku Semra Guzela Parlementera Diyarbekirê ya HDPyê di sala 2016an da li çiyayên Adiyemanê bi Volkan Borayê terorêt ra hatiye ba hev.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Adiyemanê dijî sazîbûna li bajêr a PKKyê dimeşîne da H.D. bi hinceta alîkirina rêxistinê hat binçavkirin. Di lêkolîna HTSyê da hat dîtin ku H.D. gelek caran bi Semra Guzela HDPyî ra axiviye. H.D. got ku Volkan Bora bi têlefona wî va bi Guzelê ra axivî.

H.D. destnîşan kir ku dema li zeviyê dixebitî bi Volkan Bora ra rastî hev hatin, Bora got ku ew ê li destgirtiya xwe ra biaxive û li ser vê têlefon da wî. H.D. diyar kir ku Bora hinekî ji wan dûr ket, bi têlefonê axivî û dema hat jî got "Min bi Semraya destgirtiya xwe ra xeberda." sipas kir û têlefon paşda da.

H.D. got ji vê 10 roj şûnda dema li zeviyê dixebitî Bora bi 2 endamên rêxistinê ra hat cem wî, têlefon ji wî xwest ku bi destgirtiya xwe ra biaxive. H.D. diyar kir ku Volkan Borayê terorîst 15 roj piştî vê jî hat mala wî û dîsa têlefona wî xwest.

H.D. diyar kir ku Bora got, "Dema Semra were tu dikarî min bibî Adiyemanê?" li ser vê ji ber rîskê qebûl nekir.

- Hevdîtina Bora û Guzelê

H.D. destnîşan kir ku hema bêje hefteyekê şûnda Bora dîsa bi wî ra têkilî danî, jê xwest ku bira Semra Guzela tê Adiyemanê bîne nav çiyan, carekê dîsa bi Guzelê ra axivî.

H.D. got di vê axaftinê da cî û saeta hevdîtinê hat eşkerekirin, paşê di wê rojê da Semra Guzel ji Adiyemanê hilda û bir ciyê hevdîtinê.

H.D. got Bora jê ra gotiye ku "Sibê di heman saetê da were Semrayê bibe".

H.D. diyar kir ku Bora û Guzel li çiyê hîşt û roja din hat Guzel bir Adiyemanê.

- Şîfre: "Gula Koçero"

H.D, di îfadeya xwe da got: "Hefteyek piştî vê hevdîtinê Volkan Bora tevlî endamekî rêxistinê hat cem min û gote ku notekî wê bide min û wê notê ez li Diyarbekirê bibim nexweşxaneya Semra Guzel lê dixebitî. Volkan Bora ji min ra got dema te not teslîm kir bibêje Gula Koçero û ragihand ku ev şîfreya di nav wan da bû. Ez li Diyarbekirê çûm nexweşxaneya Guzel lê dixebitî û min not teslîm kir.

Lêkolînên hatin kirin û qeydên HTSê jî gotinên H.D, piştrast kirin. Li gor raporên HTSê yên di nav xwe da qeydên sînyal û lêgerînê dihewînin Guzel du caran çûye Adiyamanê. Ewilî di 21ê Gulana 2016an da 7 caran ji ser têlefonê Guzelê li H.D, hatiye gerîn. Têlefona Guzelê herî dawîn êvarê li gundewarê Akçaliyê ku terorîst Bora di sala 2017an da lê hatibû berterefkirin sînyal dabû û heta 22yê Gulana 2016an ji tu îstasyoneke bazê sînyal ji têlefona Guzelê nehat hildan.

Guzel di 5ê Hezîrana 2016an da çû Adiyamanê.

Sînyala têlefona bêrikê ya Guzelê ber bi êvarê hat birîn. Heta êvara 6ê Hezîrana 2016an ji tu îstasyoneke bazê sînyala ji têlefona Guzelê nehat hildan. Guzelê di 5ê Hezîrana 2016an da bi H.D ra ji ser têlefonê 11 carî hevdîtin kir.

Semra Guzel a HDPyî piştî ku wêneyên wê bi terorîst Volkan Bora ra li kampên PKKyê hatibûn kişandin derket ji ser malpera fermî ya HDPê daxuyanî da û gotibû ku Bora xwestiyê wê ye.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE