Dermanê koronayê yê xwemalî

Wezîr Varank: Me bi xwe pêk anî û dermanekî girîng çêkir

Dermanê koronayê yê xwemalî

Dermanê vîrûsa koronayê yê xwemalî amade ye. Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank got ku derman li benda destûra fermî ye.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank: “ me dermanê xwemalî û neteweyî çêkir, ji bo tedawiya nexweşiya kovîdê dermanekî gelek girîng e.”

Dermanê vîrûsa koronayê yê xwemalî amade ye.

Niha li benda ruhsetê ye.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank: Him hêviya me zêde bû him jî em pê gelek şanaz in ku em gihîştin encameke baş, derman gihîştiye qonaxa endustriyê û li benda destûra fermî ye.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank rewşa dawî ya dermanê vîrûsa koronayê ya xwemalî ragihand.

Ji bo çêkirina derman bi fîrmaya dermanan a Atabayê re tevkarî hatiye kirin.

Dermanê xwemalî ji aliyê zanistên Platforma Tirkiyeyê ya Covid-19a a TÜBİTAK'ê ve hatiye çêkirin.

Platform 17 projeyên din jî dimeşîne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE