Dermankirina tiryakkêşên cixareyê

Piştî derûniya wan hazir dibe dermankirin dest pê dike...

Dermankirina tiryakkêşên cixareyê

Li Diyarbekirê bijîşkê nexweşiyên singê Özden Gençoğlu ji bo cixareberdanê rêbazeke nû bi kar tîne. Tedawiya bi serûmê bi giştî bi kêr tê û yên vê tedawiyê qebûl dikin dev ji cixareyê berdidin. Piştî 2-3 seansan ihtiyaca bi cixareyê bi dawî dibe.

Sebeba bi dehan nexweşiyan cixare ye. Ji bêhnçikînê bigirin heta nexweşiyên hûndirîn û qansêrê bi dehan nexweşiyên giran ji ber cixareyê li mirovan peyda dibin.

Li Tirkiyeyê jî bi milyonan cixarekêş hene û ev yek hem ji aliyê aboriyê hem jî ji aliyê tenduristiyê li ser pişta welatiyan kulfeteke mezin e.

Li Amedê Bijîşkê Nexweşiyên Singê Dr. Özden Gençoğlu bi rêbaza serûma hewl dide xelk dev ji cixareyê berdin: Kesên dixwazin dev ji cixareyê berdin û biryardar in tên dibêjin mamoste min ji vê îletê xilas bike. Gava ev kes tên ba me em serûma ku me amade kiriye ji damar didin wan. Piştî 2-3 seansan ji sedî 70-80 cixareyê berdidin.

Rêbaza bijîşk Gençoğlu, ji bo tiryakiyên cixareyê jê bifilitin bûye hêviyeke mezin.

Bijîşk Gençoğlu pêşî derûniya nexweşan amade dike paşê jî dest bi seansên dermankirinê dike.

Dîroka nûkirinê: 06 Adar 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE