Dest danîn ser maskeyên bi qaçaxî hatine çêkirin

Li Îstanbulê dest danîn ser 800 hezar maskeyên bi qaçaxî hatine çêkirin...

Dest danîn ser maskeyên bi qaçaxî hatine çêkirin

 Li Îstanbulê dest danîn ser 800 hezar maskeyên ji bo ku bên firotin bi qaçaxî hatine çêkirin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Îstanbulê li ser agahiya li Sultangaziyê xwediyê atolyeyeke tekstîlê ji bo ku derxîne piyaseyê bê destûr û belge maske çêkirine û stok kiriye xebat da destpêkirin.

Piştî teqîba teknîk û fizîkî raserî navnîşanê kirin û 800 hezar maske bi dest xistin. M.Cyê xwediyê kargehê hat binçavkirin.

Maske ji bo ku di çarçoveya Giştînameya Wezareta Karên Navxweyî da ji bo feydeya kamuyê bê emilandin teslîmê Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr kirin.

Der heqê gumanbarê hat binçavkirin da miameleyê edlî û îdarî dan destpêkirin û kargeh hat mohrkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE