Deşta Cûmê ya Efrînê bi hinarên xwe navdar e

Ji ber tunebûna piyaseyê cotkar nikarin hinarên xwe bifiroşin

Deşta Cûmê ya Efrînê bi hinarên xwe navdar e

Deşta cûmê ya efrînê bi hinarên xwe navdar e. Piraniya cotkarên herêmê jî bi çandiniya hinaran îdare û debara xwe dikin. Lêbelê rewşa wan ne baş e. Lewra ji ber tunebûna piyaseyê nikarin henarên xwe bifiroşin. ev yek jî ji bo wan dibe pirsgirêka herî mezin.

Hinarên Efrînê bi tam û lezeta xwe gelek navdar in.

Ji ber wê dema şerê Sûriyê dest pê nekiribû, ev henarên herêmê li seranserê welêt wek av û nan dihatin firotin.

Lêbelê piştî şer, ji ber ku him rewşa herêmê him jî rewşa aboriya welêt xirab bû, cotkarên hinaran jî ketin nav gelek zor û zehmetiyan.

Ji ber vê, bi hezaran ton hinarên Efrînê li erdê man.

Lewra tu piyaseya cotkaran tune ye ku hinarên xwe bi dilê xwe bifiroşin û ji vê yekê qezencekê bi dest bixin.

Cotkarên herêmê ji bo zêde zirar nekin, bangî rêvebirya Tirkiyê dikin ku alîkariya wan bikin û hinarên wan li Tirkiyê bên firotin.

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE