Deşta Geverê di bin avê de ma

Li Yüksekovayê ji ber barana zêde zeviyên çandiniyê tev di bin avê de man 

Deşta Geverê di bin avê de ma

Li Gevera Colemêrgê pêşî ewrên xweliyê çêbûn, niha jî baraneke zêde bariya. ji ber baranê deşta geverê tev di bin avê de ma. ava zêde zirarê dide zeviyên çandiniyê.  

3 roj berê ji Sûriyeyê ewrên xweliyê rabûn û bi ser herêmê de xwelî barand. 

Ji ber xweliyê hewa tev sor bû. 

Niha jî li Geverê baraneke zêde bariya. 

Baranê deşt bi avê tijî kir. 

Deşta Geverê tev di bin avê de maye. 

Ava zêde zirar nedaye malan lêbelê deşt tev bûye av.  

Cotkar ditirsin ava zêde zirarê bide çandiniyê. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE