Deşta Muşê bi ceh û genim şîn dibe. Cotkaran ewilî li nav zeviyan cot kir û ew niha jî zeviyên xwe diçînin. Niha çavê cotkaran li bendava Alparaslan 2’yê ye da ku pê deşta Muşê were avdanê.
Deşta Muşê piştî Qonya û Edenê li Tirkiyê deşta herî mezin e.
Cotkar û rêncberên herêmê ewil erdên xwe cot kirin.
Û niha jî li deşta bêserî û binî tov direşînin.
Odeya zîraetê jî ji bo çandiniyeke baş rê nîşanî cotkaran dide.
Cotkarên Deşta Muşê, niha li bendê ne ku bendava Alparslan 2yê vebe û erdê xwe pê av bidin.