Destana 15ê Tîrmehê bû şoreşa gel

Diyarbekiriyan heta serê sibê nobeta demokrasiyê girt

Destana 15ê Tîrmehê bû şoreşa gel

Destana 15ê Tîrmehê li Diyarbekirê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Gelê kurd bi rihê serfiraziya 15ê tîrmehê derket qadan. Welatiyan hem şehîdên qemreman bi bîr anîn hem roja demokrasî û yekîtiya neteweyî pîroz kir.

Li Diyarbekirê di çarçoveya çalakiyên 15ê Tîrmehê de "Meşa Yekîtiya Neteweyî" hat lidarxistin.

Meş li navçeya Surê ji ber birca keçikê dest pê kir.

Ligel walî Munîr Karaloglu, saziyên sivîl, xizmên şehîd û gaziyan û bi deh hezaran welatî beşdarî meşê bûn.

Piştî meşê li qada mizgefta Kurşunluyê merasîma Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî hat lidarxistin.

Bernameya destana 15ê Tîrmehê bi xwendina qurana pîroz dest pê kir.

Xwendekaran helbest û sitran gotin.

Komên hunerê ji xeynî Tirkî, bi zimanê Kurdî û Erebî jî qasîde gotin.

Di çalakiyên rengîn û coş de şehîd hatin bibîranîn û serfiraziya bêhempa hat pîrozkirin.

Amediyan heta nîvê şevê li qadê nobeta demokrasiyê girt.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE