Îngilizan ji bo İstanbulê dagir bikin û alîkariyê bigihînin Rusyayê êrîş kir.Di şerê çanakkaleyê de serfiraziya yekem di 18ê adarê de li ser behrê hat bidestxistin. Eskerên me nehêştin ku dijmin ji tengava çanakkaleyê derbas bibin. Niha ew çîroka serfiraziyê tê ser ekranê.
Şerê yekem ê Cihanê dest pê kiribû
Li aliyekê Îngilistan, Fransa û Rusya, li aliyê din Elmanya û Împaratoriya Avusturya - Macaristanê hebû…
Dewleta Osmanî jî digel Elmanyayê bi veşartî tifaqek çêkiribû.
Artêşa Deryayî ya Osmanî ku keştiyên Yavuz û Mîdillî jî tê de bûn, di bin fermandariya Amiral Şuson de 28 û 29ê Cotmeha 1914an de êrîşî peravên Rusyayê kir.
Li ser vê di 2ê Mijdara 1914an de Rusyayê li hember Dewleta Osmanî şer îlan kir û ji îngilîstanê jî piştgrî xwest.
Di 3ê Mijdarê de Filoya Îngilîzan hate ber tengava Çanakkaleyê.
Keştiyên îngilîzan ewilî keleha Seddulbahir bombebaran kir.
Kabîneya Şer a Îngilîzan plan dikir ku keştiyên wan ji tengava Çanakkaleyê derbas bibin û biçin Stenbolê dagir bikin.
Bi êrîşa yekem Dewleta Osmanî jî bi vê planê hesiya û hêzên berevaniyê yên li tengava Çanakkaleyê xurttir kirin.
Eniyên şer ji nû ve hatin sazkirin, topên li ser keştiyan rakirin û anîn li peravan bi cîh kirin.
Li her du hêlên tengavê bataryayên topavejan ên seyyar hatin danîn.
Li tengavê ji nû ve mayîn hatin raxistin.
25ê Berfanbara 1915an de îngiliîstanê biryara êrîşê da.
Di 19 û 25ê Sibatê de Keştiyên Dewletên Rikberiyê yanê yên Îtilafê 2 êrîş birin ser tengavê. Lê bi ser neketin.
#ÇanakkaleGeçilmez...
— TRT Kurdî Türkçe (@trtkurditurkce) March 18, 2020
Bir yanda canını vatanına feda etmek için hazır Mehmetçik, diğer yanda dünyanın en güçlü donanmaları. 105 yıl önce bugün, Çanakkale'de en büyük destanlardan biri yazıldı. pic.twitter.com/pha0zRSW71
Ji ber vê têkçûyînê fermandarê wan ê artêşa deryayî guherî.
Amiral de Robeck bû Fermandarê artêşa keştiyan.
Wan planeke nû amade kir ku di 18ê Adarê de wê êrîşeke xurttir û firehtir bikin.
Hêzên Osmaniyan jî di vê navberê de birînên xwe pêçan û tevdîrên nû girtin.
Ji ber vê jî keştiyên İngiliz û Fransiyan bi rehetî ketin tengavê û wan dest bi bombebaraneke gur kir.
Lêbelê topavêjên li her du hêlên tengavê li keysa wan sekinîn.
Gava keştiyên dewletên îtîlafê ketin ber menzila wan, topavêjan dest bi bombebaraneke mezin kir.
Ji ber bombebarana topavêjên Osmaniyan, tengava Çanakkaleyê ji keştiyên Îngilîz û Fransiyan re bû dojeh.
Keştiya Buve ya Fransiyan jî li mayinan qelibî û tevî 603 murettebatên xwe bin av bû.
Aqûbeta keştiya İrressistible a Îngilîzan jî wisa bû.
Çanakkale Zaferimizin 105. yılı kutlu olsun. #ÇanakkaleGeçilmez pic.twitter.com/W86TAzVRlM
— TRT Kurumsal (@TRTKurumsal) March 18, 2020
Ewilî top lê ketin dûv re li mayinan qelibî û bin av bû.
Bi gulebarandina topavêjên osmaniyan û bi saya mayinan, keştiyên Agamemnon, İnflexible, Sufrren û Galua jî derbeke mezin xwarin.
Li ser vê Amiral De Robeck neçar ma artêşa deryayî ji tengavê vekişand.
Herwiha 18ê Adara 1915an leşkeran serfiraziya yekemîn li behrê bi dest xist.