Destbiratiya şaredariyan

Şaredariya Elmaliya Antalyayê û ya Tilloyê bûn şaredariyên destebira...

Destbiratiya şaredariyan

Di navbera Şarederiyên Elmaliya Antalyayê û şaredariya Tîloyê de projeya bi navê “werin em bibin bira” dest pê kir. Di çarçoveya projeyê de ji elmaliyê şandeyek hat tîlloya sêrtê û şitlên destebiratiya xwe yên ewil jî danîn.

Elmaliya Antalyayê û Tîlloya Sêrtê êdî şaredariyên destebira ne.

Bi projeya “Werin em bibin birayê hev”, di navbera herdu şaredariyan de wê xebatên avakirin û çandiniyê bên kirin.

Serdana ewil jî ji Elmaliyê hat. Şandeya midûriyeta Elmaliyê hat Tîlloyê.

Midûra Çandiyê ya Elmaliyê: Bi projeya “Werin em bibin birayên hev” em hatin vê derê. Navçeya me Elmali û Tîlloya Sêrtê bûn destebirayên hev. Em dixwazin bi saya vê projeyê di navbera herdû navçeyan de danûstendineke xurt ava bibe.

Nûnerên şaredariyan jî bi çikandina şitlên lavantayê gava ewil avêtin.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE