Li deşt, zevî û mêrgên Karsê bi hatina bihar û havînê kulîlkên rengîn û giyayên curbecur hêşîn bûn û dîmenên rengîn derketin holê.
Li Qersa ku bi giya û çêreyên xwe dewlemend e ber û bereketeke mezin heye. Piştî zivistana zor û dijwar bi saya barana ku biharê barî li deşt, zevî û mêrgên Qersê kulîlk û giyayên curbecur hêşîn bûn.
Li bajêr kesên ku wêneyên dewetê dikişînin jî berê xwe didin tebîeta bajêr.
Adem Ertaşê Endamê Lijneya Rêvebiriya Yekîtiya Odeyên Ziraetê yê Tirkiyeyê û Berpirsiyarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê daxuyanî da û diyar kir ku piştî zivistaneke dijwar li çiya, deşt, zevî û mêrgên Qersê kulîlk û giyayên curbecur hêşîn bûn.
Maksut Urayê zava ku beriya deweta xwe wêne dikişand diyar kir îsal li Qersê kulîlkên curbecur hêşîn bûn û got ku piştî baranê Qers bûye mînanî studyoyê.
Urayê diyar kir ji bona wêneya bikişînin hatine û got ku hê havîn e, lê meriv dibêje qey em di serê biharê da ne.
AA