Deştên Tunceliyê bi berfîn, nêrgis û gulbiharan xemilîn

Li Ovacıka ku di navbera çiyayên Munzur û Mercanê da hatiye avakirin, di salê da 4 mehan berf heye û bi hatina biharê ra siruşt bi xwe va hat û xweş bû.

Deştên Tunceliyê bi berfîn, nêrgis û gulbiharan xemilîn

Li Ovacıka navçeya Tunceliyê bi hatina biharê ra berfa deştan heliya û deşt bi berfîn, nêrgis û gulbiharan xemilîn.

Li Ovacıka ku di navbera çiyayên Munzur û Mercanê da hatiye avakirin, di salê da 4 mehan berf heye û bi hatina biharê ra siruşt bi xwe va hat û xweş bû.

Li deverên bilind ên navçeyê zivistan e, li deştan jî hewaya biharê heye. Bi germbûna hewayê ra li ser eraziyan çêre hêşîn bû û bi ava berfê ra çem gur bûn û meriv dibe hejmetkar.

Li zeviyeke texma gundê Ziyaretê nêrgis, pîvok, berfîn û gulbihar hêşîn bûn û ev çîçek bi rengên xwe yên zer, binevşî û spî va dîmenên xweş derdixin holê.

Piştî zivistaneke reş û dirêj rêncberan jî pez û dewarên xwe ji gom û tewleyan derxistin û heywan di nav hêşinahiyê da diçêrin û siruştê hê bêtir dixemilînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE