Destûrê nadin misilmanên kanadayî

Di van hefteyên dawî de destûrê nadin ku ew biçin Emerîkayê

Destûrê nadin misilmanên kanadayî

Misilmanên kanadayî ji Sînorê Emerîkayê tên vegerandin. Hat ragihandin ku misilmanên hemwelatiyê Kanadayê, di hefteyên dawî de nikarin ji sîrorê derbas bibin. Ji wan re dibêjin lazim e hûn vîzeyê bistînin.

Mele Îmran Ally daxuyanî da televîzyona fermî ya Kanadayê CBCyê. Mele Ally xwest bi zarokê xwe yê astengdar û yên din ve derbasî hêla Emerîkayê bibe. Lê ji 5 saetan zêdetir jêpirsîn li wan kirin.

Ally got pitşî jêpirsîne daxwaza me hat redkirin û bêsebep nehiştin ku em derbasî Emerîkayê bibin.

Alîkarê Komeleya Tirkmenên Iraqê Necmedîn Walî jî bi xanim û zarokên xwe ve li ber deriyê sînor ji 4 saetan zêdetir di jêpirsînê ma. Her wiha nehiştin ku xwarin û dermanan bidin keçika wî ya otîstîk.

Parêzer Joel Guberman, di warê hiqûqê de piştgiriye dide Misilmanên Kanadayî.

Guberman got destûr nedan gelek kesan.

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 13:28
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE