Dev ji bajêr berda, li gundê xwe bû muxtar

Bi salan mamostetî kir lê ji bo muxtariyê vegeriya gundê xwe

Dev ji bajêr berda, li gundê xwe bû muxtar

18 sal berê ji bo ku bibe mamoste ji gundên xwe derket û çû Stenbolê. İbrahim Pelit bi salan mamostetî kir lê ji jıyana bajarê mezin aciz bû. Pelît vegeriya gundê xwe yê li Mersînê û bû muxtar.

Bi salan li Stenbolê mamostetiya matematîkê kir…

Ji gund û malbata xwe dûr ma...

Piştî ku bavê wî yê muxtar çû rehma xwedê, dev ji bajarê mezin berda, vegeriya gundê xwe û bû muxtar.

İbrahîm Pelitê 40 salî, li gundê xwe yê li Muta Mersînê, dixwaze him xebatên bavê xwe bidomîne him jî zarokên gund perwerde bike.

Pelit got, ‘’bavê mın rıyên gund dabû çêkırın, wê demê tu rê tunebû, av anıye gund. ez ê jî bı ınza xwedê dı rıya bavê xwe de, xebatên wî yên nıvco bıqedînım.’’

Muxtar İbrahim dibêje “ez qet poşman nînim ku vegeriyam gund.”

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 16:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE