Deverên hesas ku dê teqez bên parastin

Bi biryarnameya serokkomartiyê hin dever ji bo parastinê hatin diyarkirin

Deverên hesas ku dê teqez bên parastin

Bi biryarnameya serokkomartiyê li Antalya, Bilîs û Wanê 6 dever hatin diyarkirin û ev der wê bên parastin. Deverên hesas ku wê teqez bên parastin, qadên dîrokî û sirûştî ne.

Serokkomartiyê biryarnameyek parvekir û hin deverên hesas ji bo parastinê ragihandin.

Yek ji van Gola Erçekê ya Wanê ye.

Li vê golê gelek cureyên çûkan hene.

Tê gotin ku zêdetirî 300 cureyên çûkan li derdora Gola Erçekê dijîn.

Ev 10 sal in ku li Gola Erçekê her sal mihrîcan tê lidarxistin.

Devereke din ku wê teqez bê parastin jî li Xelata navçeya Bilîsê ye.

Newala Madavansê û Dehla Xelatê bi biryarnameya serokkomartiyê tên parastin.

Li vê newalê berhemên drokî û şikeftên çaxa neolîtîk cî digrin û ji bo tûrîzmê gelek girîng in.

Şikeftên newalê di dîrokê de wek şûnewar hatine bikaranîn.

Ligel vê yekê li newalê zêdetirî 100 cureyên çûkan û 4 cureyên masiyan jî hene.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE