Li Mûşê bi qasî sal û nîvek e ku her roj devikên rogaran tên dizîn. Devikên ku tên dizîn jî bi bihayekî gelek erzan tên firotin xurdefiroşan.
Li Mûşê, bi qasî sal û nîvek e ku diz bûne bela serê devikên rogaran.
Li bajêr, her roja Xwedê du sê devikên rogaran tên dizîn û bi bihayekî erzan tên firotin xurdefiroşan.
Li gorî agahiyan, heta niha 500 – 550 devikên rogaran hatine dizîn.
Xebatkarên şaredariyê dibêjin “Em sibê monte dikin, lêbelê danê nîvro tên dizin”