Dewletê li Cizîrê şopa terorê paqij kir

Li Cizîra navçeya Şirnexê piştî operasyona "Çawîşê Pispor Astsubay Cendirmeyê Şehîd Burak Demîrcî" ya ku di 11ê Sibata 2016an da temam bûbû xebatên veberhênan û nûkirinê hatin destpêkirin û rûyê navçeyê guherî

Dewletê li Cizîrê şopa terorê paqij kir

Li Cizîra navçeya Şirnexê hêzên ewlehiyê di 14ê Çileya Pêşîn a 2015an da dijî PKKya rêxistina terorê operasyona "Çawîşê Pispor Astsubay Cendirmeyê Şehîd Burak Demîrcî" kirin û di 11ê Sibata 2016an da operasyon temam kirin.

Terorîstan li Cizîrê zirar dan 52 mizgeftan, 14 dibistanan û gelek avahiyan.

Piştî operasyonê bi serkêşiya Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê û şaredariyê, dewletê di nav 3 salan da şopên terorê li navçeyê paqij kir. 

Li navçeyê 666 terorîst hatin berterefkirin, hezar û 425 teqemeniyên li kolanan hatine veşartin hatin îmhakirin, 708 barîkat hatin rakirin û 263 çal hatin girtin. 

Terorîstan li Cizîrê zirar dan 52 mizgeft, 14 dibistan û gelek avahiyan. 

- Birîn bi destê dewletê hatin pêçan

Li navçeyê alîkariya xwarin û xurak ji bo 6 hezar û 650 malbatan hat kirin, 2 milyon û 678 hezar lire li 5 hezar û 642 malbatan hat belavkirin, 299 hezar lire li hezar û 993 xwendekarî hat belavkirin. 

Ji bo 2 hezar kesî kar hat dîtin û rojê ji bo 2 hezar kesî jî xwarina germ hat dayîn. 

Dibistanên ku rêxistinê wek baregeh bi kar dianî û ji ber vê zirar dîtibûn jî hatin nûkirin. 

Komeke 100 kesî ya ku ji civaknas û derûnnasan pêk tê û ji hêla Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî va hatine wezîfedarkirin li navçeyê mal bi mal geriyan û piştgirî û alîkariya psîkocivakî dan malbatan. 

14 mizgeftên gelekî zirar dîtibûn hatin hilweşandin, 38 mizgeft û 4 qursên Qur'anê yên zirar dîtine hatin nûkirin û ji bo îbadetê hatin vekirin. 

Ji 3 hezar û 87 avahiyên ku TOKÎ ji bo malbatên ji ber terorê mexdûr bûne çêdike jê 619 avahî û kargeh bi pişkê hatin diyarkirin û teslîmî malbatan hatin kirin. 

- Li Cizîrê welatî gihîştin gelek xizmetan 

Li Cizîrê welatiyên di dema şaredariya DBPyê da xizmetan mehrûm mabûn bi saya şaredarê ji hêla Wezareta Karên Navxweyî hatiye wezîfedarkirin ji binesaziyê bigre heta ava vexwarinê, ji rê bigre heta navendên civakî yên ji bo jin û ciwanan gihîştin gelek xizmetan. 

Di nav 2 salan da li navçeyê 293 kîlomêtro şebekeya ava vexwarinê, 61 kîlomêtro şebekeya kanalîzasyonê hat çêkirin, li ser 150 kîlomêtro rê qîr hat rijandin, bazara heywanan hat avakirin, 11 park û Navenda Çandê ya Jinan a li ser erdekî 200 donimî hat çêkirin, kuçe û kolan bi lembeyan va hatin ronîkirin. 

Ji bo ku veberhênanên wekî Pira Kevir a Îsmaîl Ebû Îz, baxçeyê zirav û dirêj ku 2 hezar metrekareyî ye, Qiraetxaneya Gel, avahiya nû ya şaredariyê li navçeyê pêk werin, xebat berdewam in.

Qaymeqam û Wekîlşaredarê Cizîrê Faîk Arican di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştî xebatên hatin kirin, wecheyê navçeyê guherî. Arican got ku xebatên îmar û jinûva avakirinê yên piştî êrîşên çal û barîqatan ên rêxistina terorê, êdî li ber kutabûnê ne û wiha dewam kir: 

"Me li bajarê me Cizîrê ku mirwariya qedîm a Çemê Dîcleyê ye, şopên terorê bi temamî jê birin. Di vê aramî û ewlehiyê da pêşiyê me berê xwe da xizmetên binesaziyê û dû ra me bi fealiyetên seresaziyê va pêwîstiyên welatiyan bi cih anîn." 

Arican herwiha bal kişand ku ligel xebatên binesazî û seresaziyê, ew girîngiyê didin çalakiyên çandî û civakî jî û wiha dewam kir: 

"Ava vexwarinê berê baş nediherikî. 239 kîlometre xeta ava vexwarinê ya nû û tesîsa parzûnkirinê me kir xizmetê. Bi vî awayî ava vexwarinê ya mîna çavkaniyê, 7 roj û 24 saetan ji bo welatiyên me diherike. Me herwiha 61 kîlometre şebekeya kanalîzasyonê çêkir û 150 kîlometre xebatên asfalt û kevirê kîp pêk anîn. Ji bo welatiyên me yên mexdûrên terorê, me di 5 etaban da 3 hezar û 87 xanî çêkirin û welatiyên me êdî dikişin van xaniyan. Li dora Çemê Dîcleyê me 11 parq ku bi tevahî dike 200 donim erd, çêkirin. Me li kêleka Çemê Dîcleyê baxçeyê zirav dirêj ê herî mezin ê Tirkiyeyê durist kir. Em ê di kurtedemekê da navendeke zanistê vekin ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê nedîtî ye. Me Qiraetxaneya Gel kir xizmetê. Em ê heta çend mehan bînaya nû ya şaredariya xwe jî têxin xizmetê. Herwiha em girîngiyê didin werzişê jî. Di bin sîwana şaredariyê da ya jinan û ya mêran, du tîmên me yên voleybolê hene." 

Arican herwiha bal kişand ku wan di nava 3 salan da xizmeta 10 salan kir û di heman demê da wan, nirxên dîrokî û çandî yên Cizîrê jî parastin û wiha axivî, "Qesra Mihemed Axa ku me kir malê dewletê, dê piştî restorasyonê pir rind be. Ji xeynî vê bînaya berê ya şaredariyê dê bibe Muzeya Cizîrê. Em ê xebatên li Medreseya Sor jî temam bikin ku havînê hejmarek zêde ya turîstên xumalî û biyanî bên vê derê. Navçeya me bi reng û nexşê xwe yê nû va li benda ziyareta welatiyan e." 

Welatî Sertaç Ardiçê 27 salî diyar kir ku ew bûn şahidê wê yekê ku di 3 salên dawîn da li navçeyê xizmetên girîng hatin kirin û herwiha got ku ew naxwazin vegerin rojên berê.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE