Dewlet wê kartol û pîvazan bikire

TMO wê bikire û li malbatên hewcedar belav bike

Dewlet wê kartol û pîvazan bikire

Di dema pandemiyê de firotina kartol û pîvazan kêm bû. Ji bo pêşiya stokê were girtin ofîsa mehsûlên axê wê ji cotkaran kartol û pîvazan bikire. Ew kartol û pîvaz wê li malbatên hewcedar belaş werin belavkirin.

Şewba vîrûsa koronayê firotina kartol û pîvazan kêm kir.

Mehsûl di destê firoşkaran de man û stok zêde bûn.

Ofîsa Mehsûlên Axê wê ji cotkaran wan kartol û pîvazan bikire.

Ew zebze wê li malbatên hewcedar werin belavkirin.

Wezareta çandinî û daristanan li ser mijarê daxuyanî da.

Li gorî vê yekê wê kartol û pîvaz ji cotkarên ku li pergala cotkaran qeyda wan heye werin kirîn.

Ji bo kartol û pîvazên sala 2020an wê serê kîloyê 85 qiruş were dayîn.

Ji bo beriya meha remezanê li malbatên hewcedar werin belavkirin jî wê bên şandin bajaran.

Bi saya vê pergalê beriya heyama nû kartol û pîvazên di destê cotkaran de mane wê werin kirîn û cotkar zirar nekin.

Ev yek ji bo malbatên hewcedar jî wê bibe alîkariya xurekan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE