Dewlet wê li Tunceliyê alîkariyê bide malbatên ku malên wan şewitîne

Walîtî: "Ji bo pêçandina birînên welatiyên me yên ku di şewatê da zirar gihîşt malên wan, bi kordînasyona Qaymeqamê me yê Çemîşgezekê Mehmet Guder xebatan dest pê kir"

Dewlet wê li Tunceliyê alîkariyê bide malbatên ku malên wan şewitîne

Hat ragihandin ku li Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê ji bo malbatên ku malên wan di şewatê da zirar dîtine, xebat dan destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, bişev agir bi gundê Doganê ket.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku şewat di demeke kin da hat temirandin û wiha hat gotin:

"Ekîbên îtfaiyeyê yên Cendirme, Şaredariya Tunceliyê, Şaredariya Çemîşgezekê û Şaredariya Pertekê û welatiyên me bi hev ra agir temirand. Ji bo pêçandina birînên welatiyên me yên ku di şewatê da zirar gihîşt malên wan, bi kordînasyona Qaymeqamê me yê Çemîşgezekê Mehmet Guder xebatan dest pê kir."

Li gundê Dogan ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, agir bi malekê ketibû û pekiyabû malên kêlekê û 4 mal şewitûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE